DOLAR
18,6429
EURO
19,6802
ALTIN
1.072,96
BIST
4.855,92
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
İstanbul
Çok Bulutlu
16°C
İstanbul
16°C
Çok Bulutlu
Cuma Hafif Yağmurlu
17°C
Cumartesi Çok Bulutlu
20°C
Pazar Az Bulutlu
16°C
Pazartesi Hafif Yağmurlu
13°C

Sergen Sûcû: Naturopatên yekem jin in @jess_buse #SONDAKİKA

Bêrîvan Kayi Mirovan bi hezaran sal berê bi gelek rê û rêbazên xwezayî nexweşî û birînên xwe tedawî kirin. Ev rêbaza tedawîkirinê ya kevnare bi …

Sergen Sûcû: Naturopatên yekem jin in @jess_buse #SONDAKİKA
03.10.2022 08:06
0
A+
A-

Bêrîvan Kayi

Mirovan bi hezaran sal berê bi gelek rê û rêbazên xwezayî nexweşî û birînên xwe tedawî kirin. Ev rêbaza tedawîkirinê ya kevnare bi hezaran salan li ser axa qedîm a Mezopotamyayê hebû û îro jî wek beşeke zanistê ya Naturopathy, Homeopathy û hwd tê pênasekirinê. Sergen Sûcû yek ji wan kesên ku ji beşa Naturopathyê mezûn dibe û li ser axa qedîm a Mezopotamyayê dest bi lêkolînên xwe dike. Bi naturopat Sergen Sûcû re em têkildarî tiba naturopathyê û xebatên wî yên etnobotanîkî axivîn.

Rêwitiya te ya bi naturopathyê re çawa destpê kir?

Naturopatî ne beşeke ku ez pê ve eleqedar dibim, yek ji beşa ku bi salan di biwarê akademîk de ez li ser xebitîm. Nexweşiya min a kronik a gurcikan hebû. Ji ber vê nexweşiya xwe gelek caran emeliyat dibûm û hema bêje hertim li nexweşxanê di nav nexweşan de bûm. Li ser vê yekê êdî bala min diçû ser muhendîstiya genetîkî û min dixwest xebatên xwe di vê biyavê de bidomînim. Lê li aliyê din jî min difikirî û digot ka gelo ezê di nav vê pergala heyî de bi çi awayî bikaribim lêkolîneke akademîk-zanîstî bi rê ve bibim, ezê çiqasî bikaribim bêyî pergalê hebûna xwe li dijî wê bînim ziman. Malbata min jî dixwest ez tibê bixwînim û bibim doxtor. Rojekê ez bi malbata xwe re çûbûm Marmarîsê. Li wir guhê min enfeksiyon girt û min ji ber êşa wan îdare nedikir. Her çiqas ez çûm nexweşxanê jî êşa wê derbas nebû. Ez di lîseyê de bûm wê demê. Ji ber vê êşê ez digriyam û min xwe da ber keviya çem. Li wir yekî ji Hindistanê hat gel min û sedema giriyê min pirsî. Min jê re qala êşa guhê xwe kir. Ew kes beşa Naturopathyê li Almanyayê qedandibû û li Hindistanê jî pratîka naturopathyê dikir. Guhê min jî wî tedawî kir û bi wî awayî heta demekê ez ji wî hînî naturopathyê bûm. Piştî vê bûyerê êdî hem têgeheke wek naturopathyê hem jî wek beşekî kete jiyana min. Êdî lêkolînên min ên li ser vê beşê destpê kirin. Min fakulteyên tibê yên li zanîngehan red kir û berê xwe da vê beşê. Jixwe îmkanên vê beşê li vir tunebûn. Ji bo xwendina vê beşê min nameyek şand ji zaningeha Almanyayê re û daxwaza min hat qebûl kirin. Êdî rêwitiya min a li Almanya û Îsvecê destpê kir. Di sala 2015an de min di biwarê akademîk de beşa naturopathyê xwend û ji vê beşê mezûn bûm.

Bi xwendina naturopathyê re fikrê di serê te de ava bûyî çibû?

Ya rastî perwerdeya li Almanyayê jî ji gelek aliyan ve ez tatmîn nekirim; çawa ku pergala bişaftin, înkar û mêrperestiyê li Tirkiyê hebe li Ewropayê jî pergal her çiqas bi awayekî demokratîk xuya bike jî xwedî zanisteke ortodoksî û mêrperest e. Naturopathy hinekî din ji ortodoksiyê dûr e. Lê ligel vê yekê jî şopên hişmendiya mêrperest li serê heye. Ji ber van sedeman ez tatmîn nebûm. Piştî min perwerdeya xwe qedand êdî min xwest ku ez li dijî zanista ortodoksî û mêrperestiyê xebatên xwe bidomînim. Di sala 2015an de dema min dest bi naturopathyê kir li Tirkiyê ev beş tu tişt îfade nedikir. Ji ber wê heta demeke dirêj ji ez bêkar mam, di wê pêvajoyê de min memurtî kir lê pişt re ji kirûya dewletê heta her kiryarên wê yên wek tundî û hwd êdî min qebûl nekir. Min ji xwe re got ezê nebim parçeyekî vê organizisyona bi navê dewletê û min dev ji memurtiyê berda û min destê xwe ji vê pergalê kişand. Êdî di beşa tenduristiyê de min berê xwe da aliyekî xweser. Min xwest tenduristiyeke xweser a ji vê pergalê dûr, akademiyeke ji vê pergalê dûr û li ser pratîkên vê yekê kar bikim. Min xebatên wek ‘Tiba Antîk a Mezopotamyayê’ û ‘Li Kurdistanê Nebatên Tibî yên Kevnere’ û her wiha ‘Li Kurdistanê Rêbazên tedawîkirinê yên Kevnare’ kirin. Bi van pêvajoyên lêkolînê re min ferq kir ku îro teqwîma akademîk naturopadîk tib a li Ewropayê bingeha xwe ji sûmera kevnare, Mezopotamya û Kurdistanê digre.

Di pênaseya têgeha naturopathyê de tedawiyeke ku bingeha xwe li ser xwezayê ava dike. Ji bo vê yekê jî mirov dikare bêje ku rêbaza tedawîkirinê ya herî kevnar e?

Dema em bala xwe didin etîmolojiya naturopathyê ji peyvên naturo (xwezayî) û ‘pathos’ê (êş-jan) pêk tên û tê wateya tedawiya janê ya bi rêbazên xwezayî. Tedawiyeke pir kevnar e û hîngê dîroka mirovahiyê kevn e. Ji roja mirovahî hatî ser rûyê cihanê naturopathyê jî destpê kiriye. Mirovan ji bo pirsgirêkên xwe yên heyî tedawiya wê jî pêşî li ser bedena xwe keşîf kirine. Mînak dema ku cara yekem di bedena mirovan de êş destpê dike di serî de li cihê ku em ji derdorê re parve bikin, em bixwe destê xwe didin ser cihê ku diêşe û bi wî awayî cihê diêşe kifş dikin. Mirovahî jî tedawîkirina xwe ya yekem bi vî awayî kirine. Navê vê tiştê jî naturopathy e. Yanî xwe bi xwe saxkirin ango başkirin û tedawî kirin e. Naturopathy ji rêbaza tedawîkirina Mezopotamyayê heta fîtoterapî (tedawiya bi nebatan), homeopathy a ku li Almanyayê di meriyetê de ye, ji akapunkturê heta tedawiya ku bi envanterên germ tên kirin, di xwe de dihewîne. Lê armanca wê ya yekem parastina tenduristiyê û xwe bi xwe tedawîkirin e, kifşkirina vê tedawîkirinê ye. Yanî naturopatek di şûna tedawîkirinê de rêbaza xwe bi xwe tedawîkirinê û rêbaza dê çawa jiyaneke bi tenduristî bimeşîne, nîşan dike. Kesên ku cara yekem tedawiyê dikin û vê rêbazê dimeşînin jî jin in. Jin naturopatên yekem in. Lê piştre dema ku tib jî tev li nav sermayeyê dibe ango dikeve destê mêran êdî zanista ortodoksî derdikeve holê. Naxwe jin, xwedawend an jî asûyên sûmerî ji hevdû re qala van rêbazên şîfayê dikirin, rêbaz bikar dianîn û hînî hevdû dikirin. Jixwe peyva ‘hemşîre’ jî tê wateya yên ku xwîşkatiyê ji hevdû re dikin. Naturopathy rêbaza qedîm a şîfakirin û tedawîkirinê ye. Mixabin îro zanista ortodoksî naturopathyê wek amûreke şarlataniyê pênase dike. Pergal ji ber çi vê yekê dike; ji ber ku ev rêbaz a tedawîkirinê jinan e. Naturopathy rêbaza tedawiyê ya jinên di serdema navîn ên ku wek pîrevokan cadûyan dihatin pênasekirin e.

Naturopathy, homeopathy û rêbazên tedawiyê yên xwezayî îro li ser kîjan esasan tên kirin?

Di roja îroyîn de ji bilî zanista serdest, tu qimeta rêbazên tedawîkirinê yên xwezayî tunne ye. Li gor vê hişmendiyê rêbazên din wek derveyî zanistê tê dîtin. Ya rastî di şert û mercên îro de naturopathy jî êdî ji zanista heyî ne dûr e. Naturopathy êdî ji zanistê jî sûd digre, ji beşên zanistê yên wek dîrokê, mîtolojîyê, ji olê sûdê digre yanî metodên zanistiyê bikar tîne. Dema van metodan bikar tîne jî bi awayekî bêalî tevdigere, yanî naturopathy ne baweriyek e, çavderiyek e û bi delîlan tevdigere lê aliyê herî girîng ew e ku hestan jî derveyî tedawiyê nahêle. Zanista heyî çiqas ku materyalist be naturapothy jî ligel îspatkirinê ewqas berê xwe dide hestan. Bi kurtasî naturopathy zanista ji aliyê jinan ku tune hatin hesibandin, hatin qetilkirin e, rêbaza şîfayê ya îroyîn e. Yanî tabî dema mirov bala xwe dide tişta ku zanistê tune dike, an jî tişta ku berê zanistê dide serdestiyê û li gor dilê serdestan rave dike; sermaye ye.

Bi rihetî em dikarin bêjin ku îro naturopathy jî ketiye destê sermeyayê. Li welatên wek Tirkiye û Ewropayê dixwazin ku vê beşa zanistê têxin beşeke profesyonel. Dema ku zanistek profesyonel dibe êdî dibe malê sermayeyê jî. Dema zanist jî bibe qada sermayeyê ferqa wê ji tiba modern namîne. Ka em bala xwe bidin tiba modern; îro çawa ku bi sermayeya îlacan aşê wê dizîvire heman awayî tiba naturapatiyê jî bi sermayeya fîtofarmasotikê dizîvire. Tiba naturopathyê li pişt xwe firmayên mezin yên sermayê avakirin û êdî her dû jî ber bi sermayebûnê ve çûn. Moderniteya kapîtalîst îro tiba naturopathyê, rê û rêbazên şîfayê jî têxistine ber çerxa sermayeyê. Ev yek beşên wek naturopathyê bêbandortir dike û ji pêdiviyên civakê dûr dixe. Tiba natûropathy û yên din encex bi civakbûyînê dikarin ji vê şaşiya heyî derkevin û xwe ji çerxa sermayeyê xelas bikin. Yanî ger ku zanist-zanîn-zanyarî ger ne di destê civakê de be ew zanîn xwediyê sermayeyê ye.

Natûropathy bingeha xwe ji felsefeyeke çawa digre?

Hemû hînbûyînên xwe ango doktrînên xwe ji xwezayê digre û li ser bingeha xwezayê xwe ava dike. Doktrîneke naturopatîk bi temaşekirin, lêkolîn û şopandina xwezayê mimkûn e. Piştre jî bi nirxandina wê ya li gor şert û mercên dîrokî, bîyolojîk, fizîkî, derûnî û hwd dikare şîfayê bide mirovan. Di vê pêvajoya tedawiyê de jî divê bê zanin ku naturopatek ne ya/yê ku mirovan baş dike; ji ber ku mirov bedena mirovan xwe bi xwe baş dike. Naturopat jî li wir sufloriyê dike, zanebûnên kevnare bi bîr dixe. Naxwe naturopat raste rast xwe wek hekîm (yê/ya ku hakim e) nabîne; hakimbûyînê bi yên ku serî lê dane re, dibîne. Heta demekê jî disekine ku çareser bibe, piştî wê dest bi tedawiya bi nebat, rûn û envanterên wek molekûlan dike. Ger bi van jî kesê nexweş baş nebe, hin îlacan tev li pêvajoyê dike. Di bingeha naturopathyê de, naturopat hewldide ku mirov pêşî xwe nas bikin, bedena xwe nas bikin. Mînak îro modernîteya heyî pênaseyên wek ‘jineke xweşik, mêrekî xweşik’ derdixîne holê di nav civakê de jî tîpên wisa diafrîne. Ji bo xwezayê pozê mirovan ji bo nefes standin û dayînê ye û beşeke ji bedena mirovan a têkiliyê ye. Ji bo vê yekê jî cihê estetîkê tune ye. Heman awayî ev ji bo çav, dev, lêv û hwd jî derbasdar e. Di vê xalê de felsefeya naturopathyê bi qebûlkirinê destpê dike. Bi xwe ferzkirinên sermayê û yên civakê re destpê nake. Çi dibe bila bibe ger zirarekî bide we, divê ew tişt bê redkirin. Felsefeya wê wisa destpê dike.

Di destpêkê axaftina xwe de te qala hin lêkolînên xwe yên wek ‘Li Kurdistanê Cureyên Nebatên Tibî’ û ‘Li Kurdistanê Rêbazên tedawîkirinê yên Kevnare’ kir. Tu dikare qala van xebatên xwe bike?

Ji salan 2015an ve ez kesên ku xebat û lêkolînên etnobotanikiyê dikin, xebatên wan qeyd dikim. Ez bixwe jî di mehên biharê de berê xwe didim gundan Kurdistanê û xebatên etnobotanîkî dikim. Herçiqas ku ev sala bihûrî min hinekî navber dabe jî bi salane vî karî berdewam dikim. Di van lêkolînan de rêbazên tedawîkirinê yên jinên temenê wan mezin, min qeyd kir. Jixwe demek şûn de ez van lêkolînên xwe yên heyî di pirtûkekê de bidim hev û wek e-pirtûkê, bê bûha ez ê parve bikim de ku her kes van rêbazên xwezayî yên tedawiyê bizanibin û newin jibîr kirin. Li gor min giringiya van rêbazên tedawiyê yên jinan ew e ku ji sermaye, ji kapîtalizmê dûr in, sermayeyê sîrayetî wan nekiriye. Mînaka herî zêde di bîra min de mayî ya jineke ji Colemêrgê ya 80 salî bû. Rêbazeke tedawiyê jixwe re ava kiribû û birînên gelek xedar û yên kûr tedawî dikirin. Ew jî ji dayika xwe hîn bûye, dayika wê jî ji pîrika wê. Rêbaza wê pir bala min kişandibû. Tişta din jî ew bû ku ji kesên tedavi dikir pere an jî tişteke din nedigirt. Kesên ku pere an ji tişteke din didanê jî qebûl nedikir. Û ji wan kesan re digot ku ev destê dayika min bû ez jî vê şifayê wisa parve dikim. Yanî gelek çîrokên bi vî rengî min qeyd kirine.

Dema îro em bala xwe didinê li ser vê axa qedîm di rê û rêbazên tedawîkirinê de rola cureyên nebatan pir zêde ye. Di van lêkolînên te kirî de encameke çawa derket?

Herêma Mezopotamyayê ji aliyê nebatên endemik ve xwedî dewlemenidiyeke girîng e. Lê mixabin ew dewlemendiya heyî îro di encama politikayên şer de hatiye ber asta tunebûnê. Ji ber ku şer li ser vê axê hertim aktîf e bandoreke mezin a neyînî daye cureyên nebatan jî. Mesela di 2015’an min li Geliyê Godernê-Amed lêkolînek li ser cureyên nebatan kiribû û herî dawiyê jî 2021’î disa li heman cihî min lêkolîn kiribû. Tenê di navbera van 5-6 salan de jî cureyên nebatên bi awayekî cîddî kêm bûbûn. Sedemê vê yekê şerê ku li vê herêmê tê kirine. Ji polîtîkayên bendav û hwd. e. Di encama vî şerî de gund vala dibin û ew çanda li gundan êdî li bajarên berdewam nake. Her wiha ev rê û rêbazên tedawîkirinê yên xwezayî hunda dibin. Bi van polîtîkayan dewlet tenê zimanê kurd na, çanda tedawîkirina kevnarê jî ji bîra mirovan dibe û asîmîle dike. Ji ber vê yekê jî divê ev çand, ev rê û rêbazên tedawîkirinê yên kevnarê hê zêde bên lêkolînkirin, hê zêde bên qeydkirin. Îro çanda deqê jî bingeha xwe ji şîfakirinê digre. Ev sembolên li Mezopotamyayê, ev çanda heyî, cureyên heyî, xwezayâ Kurdistanê îro tev di bin metirsiyekî de ne û hewceye em van bi lêkolînên xwe biparêzin, qeyd bikin.

ETİKETLER: , , , ,
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

%d blogcu bunu beğendi:
Pro-Sistem Pro-Sistem C2 Medya C2 Medya 4 Peek Medya