DOLAR
18,6425
EURO
19,6579
ALTIN
1.073,77
BIST
4.839,15
Adana Adıyaman Afyon Ağrı Aksaray Amasya Ankara Antalya Ardahan Artvin Aydın Balıkesir Bartın Batman Bayburt Bilecik Bingöl Bitlis Bolu Burdur Bursa Çanakkale Çankırı Çorum Denizli Diyarbakır Düzce Edirne Elazığ Erzincan Erzurum Eskişehir Gaziantep Giresun Gümüşhane Hakkari Hatay Iğdır Isparta İstanbul İzmir K.Maraş Karabük Karaman Kars Kastamonu Kayseri Kırıkkale Kırklareli Kırşehir Kilis Kocaeli Konya Kütahya Malatya Manisa Mardin Mersin Muğla Muş Nevşehir Niğde Ordu Osmaniye Rize Sakarya Samsun Siirt Sinop Sivas Şanlıurfa Şırnak Tekirdağ Tokat Trabzon Tunceli Uşak Van Yalova Yozgat Zonguldak
İstanbul
Çok Bulutlu
17°C
İstanbul
17°C
Çok Bulutlu
Cuma Hafif Yağmurlu
17°C
Cumartesi Çok Bulutlu
20°C
Pazar Az Bulutlu
16°C
Pazartesi Yağmurlu
13°C

Malbata Anteran li Swêdê (1965-2022) @jess_buse #SONDAKİKA

Piştî kuştina ronakbîr, rojnamevan û nivîskarê kurd Mûsa Anter 30 sal derbas bûn, lê kujerên wî tu wext nehatine dîtin. Di dawiyê de dadgehê …

Malbata Anteran li Swêdê (1965-2022) @jess_buse #SONDAKİKA
08.10.2022 02:00
0
A+
A-

Piştî kuştina ronakbîr, rojnamevan û nivîskarê kurd Mûsa Anter 30 sal derbas bûn, lê kujerên wî tu wext nehatine dîtin. Di dawiyê de dadgehê biryar girt û diyar kir ku di roja 20-9-2022an de doza wî piştî 30 salan dembihûrî bûye. Di derbarê jiyana Mûsa Anter û endamên malbata wî de zêde agahî di bîranînên wî de hene.[1] Di derbarê raman, dîtin û tekoşîna wî ya di derbarê kurdan de xwendevan dikare lêkolîneke kêrhatî û balkêş ya lêkoler Tahir Baykuşak binêre.[2] Ez di vê nivîsa xwe de ne tenê qala hin endamên serpêhatiya malbata Mûsa Anter li Swêdê dikim, li ser mijara serpêhatiya endamên çend malbatên Anteran yên din jî disekinim ku di salên cihê de koçberî Swêdê kirine û bi salan li vir mane.

Dema min di salên 2000an de di derbarê kurdên Swêdê de xebateke amade dikir, yek ji wan xalan jî mijara kurdên ku ji herêma Mêrdînê hatibûn Swêdê bû. Ji wan nêzîkî qasî deh mal ji malbata Anteran bûn ku li bajarên cihê yên Swêdê diman. Wê demê min ji malbata Mûsa Anter hin kes dîtin, nas kirin û di demên cihê de bi wan re axifîm. Yek ji wan Hale Xanim (jina Mûsa Anter) bû ku li bajarê Västeråsê dima, yek jî keça wê Rahşan bû ku li heman bajarî kar dikir. Paşê min kurê Mûsa Anter yê mezin Anter Anter[3] dît ku di derbarê serpêhatiya hatina xwe ya Swêdê de gelek agahiyên kêrhatî, çend dokûment û wênên wan salan pêşkêşî min kir. Li jêrê ez qala serpêhatiya Swêdê ya zarokên Mûsa Anter û zarokên herdu birayên wî Hesen û Ûsiv dikim ku bi salan li vî welatê Bakûrê jiyana xwe derbas kirine.

ENDAMÊN MALBATA MÛSA ANTER LI SWÊDÊ

Çawa tê zanîn Mûsa Anter (1918-1992) û Hale Anter (1927-1998) di sala 1944an de li Stembolê dizewicin. Ji vê zewacê sê zarokên vê malbatê çêdibin: Anter (1945), Rahşan (1948) û Dîcle (1950). Ji ber êriş, zordestî û dijwariyên polîtîk herdu kurên Mûsa Anter, keç û jina wî Hale Xanim[4] koçberî Swêdê dikin.[5] Herdu bira Anter di sala 1969an, Dîcle di 1971an de tê Swêdê, dayîka wan Hale Xanim di sala 1979an û keça malê Rahşan jî di 1983an de koçberî Swêdê dikin. Mûsa Anter ji ber dîtinên xwe, weşan û çalakiyên xwe yên ji bo kurdan gelek caran tê girtin yan jî sirgûn dibe. Di salên cihê de Mûsa Anter qasî 11 salan di girtîgehê de dimîne. Hale Xanim paşê van dijwariyan di hevpeyvînekê de wiha tîne zimên: “Em 50 salê zewicî bûn, lê em bi tevayî 10 salan bi hevra jiyan”.[6]

Mûsa Anter dema di salên 1940an de li Stembolê jiyaye, nasiya xwe daye gelek nivîskar, ronakbîr û mezinên kurdên ku li Stembolê diman. Di encama van têkiliyan de nasiya xwe daye Abdurrahim Zapsu. Paşê dibe evîndarê keça wî ya bi navê Hale. Piştî ku mirov bîranînên Mûsa Anter dixwîne mirov dibîne ku wî nasiya xwe daye endamên nifşên kevn ku bi salan li Stembolê mane. Wî bi vî awayî di navbera nifşên cihê de wek pirekê roleke mezin lîstiye. [7]

Hale Xanim keça nivîskarê kurd Abdurrahim Zapsu bûye, navê dayîka wê Hîdayet Xanim e ku ji malbata Bedirxaniyan tê. Çar zarokên malbatê hebûne: Jale, Pertev, Hale, Metîn. Ji van Hale Xanim bi Mûsa Anter re dizewice. Malbata Mûsa Anter di salvegera kuştina Mûsa Anter de li bajarê Västeråsê rojeke bîranînê di dêreke swêdî de amade dike. Hale Xanim di vê bîranînê de bi kurtî qala jiyan û tekoşîna Mûsa Anter dike. Piştî vê civînê Meral Gundogan (hevkara kovara Jin) ligel Hale Xanimê hevpeyvînekê pêk tîne. Ew di vê hevpeyvînê de qala jiyana xwe ya li Kurdistan û Swêdê dike.[8] Hale Xanim û dayîka wê Hîdayet Xanim li Stembolê xwendine. Hale Xanimê Lîseya Sankt Georg ya Avusturyayê xwendiye. Dayîka Hale Xanimê Hîdayet Xanim yek ji wan mamosteyên jin yên pêşîn tê hesibînin. Di îlaneke mirina wê de navê wê wek “Fatma Hidayet Zapsu” derbas dibe. Hîdayet Zapsu di roja 2-30-1969an de wefat kiriye û li goristana Edîrnekapiyê hatiye veşartin.[9] Di sala 2019an de nivîseke min ya gelek kurt di derbarê wênekî Hîdayet Xanimê de hat weşandin.[10]

Xûşka Hale Xanimê ya bi navê Jale li Stembolê jiyaye, kesekî bi navê Remzî Yilmaz re zewiciye, carina “Jale Zapsu”, carina jî “Jale Yildiz” tê nasîn. Di salên 1990î de dema min Hale Xanim nas kir, wê ji min re qala Jale Xanimê kir. Wê demê min li ser projeya amadekirina pirtûka xwe ya bi navê Kurdên Stembola Kevn dikir. Hale Xanimê adrêsa Jale Xanimê da min, dema ez carekê çûm Stembolê, min ew dît. Wê, kurdên ku li Stembolê diman baş nas dikir. Jale Xanim ji bo seredanê hatiye Swêdê jî. Di wênekî de ew û xûşka xwe Hale Xanim li herêma Dalarna li ber gola Siljan xuya dikin (14-7-1990).

Ji çepê Jale û Hale Xanim li Swêdê (li herêma Dalarna)

Kurê Mûsa Anter yê mezin Anter Anter zêde di sektora pîzaçêkirinê de kar kiriye, li Eskilstuna û li cîhên din pîzexane xebitandiye. Keça Mûsa Anter, Rahşan wek dayîka xwe li bajarê Västeråsê di navendeke rehebîlîtasyona zarokan de kar kiriye. Rahşan Anter hunermendekî bi navê Şenol Yorozlu re zewiciye.[11] Mûsa Anter keça xwe Rahşan hertim bi “Reşê” nav kiriye. Peyva Reşê paşê bûye navê pirtûkeke nû ya Rahşanê ku ji bîranînên wê pêk tê.[12]

Rahşan (keça Mûsa Anter)

Em hin agahî û wêneyan di derbarê malbata Anteran de di bîranînên Alî Akdogan Omerî de dibînin. Ev bîranîn sala par wek pirtûk hatiye weşandin. Di vê pirtûka wek albûmekê de gelek wêneyên wî ligel heval, nas û dostên ji herêma Mêrdînê hene. Ji van dehan zêdetir kesên ku di wêneyan de xuya dikin ji malbata Anteran li Swêdê ne. Di hin wêneyan de wek mînak em Hale Anterê ligel xwendekarên kurd dibînin.[13]

KOMEKE KURDAN LI BAJARÊ WASTEASÊ

15 sal berê ez, hevalekî ji Kurdistana Rojhilatê û keça Mûsa Anter ya bi navê Rahşan çûn seredana mala Emîr Qazî ku li bajarê Västeråsê kar dikir. Ew tenê dima. Jina wî mamosta zimanê kurdî Efat Qazî (keça Qazî Mihemed) di roja 6-9-1990an de bi nameke bombeyî li vî bajarê Swêdê hatibû kuştin. Bûyer wek kuştineke polîtîk hatiye hesibîn.[14] Wênekî bavê wê Qazî Mihemed li jora dîwêr de dardakirî bû ku di sala 1947an de ji aliyê dijmin de hatiye kuştin. Dema Efat Qazî di sala 1990an de tê kuştin ew li “Goristana Hovdestalund” (Hovdestalunds kyrkogård) li bajarê Västeråsê tê veşartin. Dema Hale Xanimê di sala 1998an de wefat kiriye ew jî li heman goristanê hatiye veşartin. Belê gorên keç û jina du navdarên kurd îro li heman goristanê ne. Efat Qazî û Hale Xanim herdu jî dê di dîroka kurdên Västeråsê de hertim bên bi bîr anîn. Li Västeråsê gelek kurdên bajarê Mahabatê (ji Rojhilatê Kurdistanê) dijîn û kar dikin. Ji ber vê yekê ev bajarê dîrokî ku ji paytext Stockholmê 106 km dûr e di nav kurdan de wek “Mahabata Piçûk” tê nasîn. Hale Xanim keseke gelek sosyal bû, di wênekî de em wê ligel doxtoreke jin ji Mahabatê di şahiyeke bajarê Västeråsê de dibînin.

Gora Hale Anter (jina Mûsa Anter) li bajarê Västeråsê

ZAROKÊN HESEN ANTER

Pêşiyê zarokên Hesen (birayê Mûsa Anter) hê di salên 1960î de hatine Swêdê. Çar kur û keçeke Hesen hatine Swêdê: Bedirxan, Silêman, Barzan, Kamuran û Menîfe. Dema Bedirxan Anter di sala 1965an de hatiye Swêdê heman demê çend kurdên ji Kurdistana Başûr ku li Stembolê dixwandin jî koçberî Swêdê kirine. Cara pêşîn komeke piçûk ya kurdan li paytextê Swêdê pêk tê. Ji malbata Anteran kesê ku cara pêşîn hatiye Swêdê Bedirxan Anter e. Wî di sala 1965an de koçberî Swêdê kiriye û heta niha jî ligel malbata li bajarê xwendekaran Uppsalayê dimîne. Piştî ku ziman fêr dibe têkiliyên xwe ligel Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa pêk dîne. Di salên pêş de dema hejmara xwendekarên kurd li Swêdê zêde dibin, ew beşa swêdî ya vê komelê jî saz dikin. Paşê Bedirxan Anter dibe yek ji wan aktîvîstê komelê. Em di çapemeniya swêdî de rastî çend hevpeyvîn û nivîsên Bedirxan Anter tên ku bala raya giştî ya Swêdê kişandiye ser êrişên li hemberî kurdên bakûr û başûrê Kurdistanê. Navê Mûsa Anter cara yekem di nivîseke Bedirxan Anter de derbas dibe ku di sala 1967an de li Swêdê hatiye weşandin. Dema ew qala zordestiyên li Kurdistana Tirkiyê dike, di dawiya vê nivîsa xwe de ew diyar dike ku komek ronakbîrên kurd jî dibin hedefê van zordestiyan, wek mînak navên van kesan dide: Mûsa Anter, Bahrî Koçkaya, Edîb Karahan, Cahît Ulgen, Medet Serhat, Yaşar Kaya û Orfî Akkoyunlu.[15] Bedirxan Annter di van salan de di nav kurdên Swêdê de zêde bi navê “Bedo” hatiye nasîn û di qeydên swêdî yên fermî de navê wî wek “Bedo Bedirxan Anter” derbas dibe.

Bedirxan Anter (li çepê) û Îbrahîm Mamxidir di meşeke kurdan de
(1970, Stockholm)

Di sala 1970yî de Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa kongreya xwe ya 14mîn li Stockholmê pêk tîne. Vê komelê kongreyên xwe yê salane hersal li paytextekî Ewrûpayê çêdikir, vê carê dor wusa xuya dibe hatiye Stockholmê. Di amadekirina vê kongreyê de jî xortên Anteran bi aktîvî kar dikin. Di nûçekê de tê gotin ku qasî 500 xwendekarên kurd li Ewrûpayê hene, belkî 250 kes bên vê kongreyê û li gorî rojnameyê li Swêdê hejmara xwendekarên kurd 14 kes in.[16] Birayê Bedirxan, Silêman û xûşka wan Menîfe jî li gorî nûçe û çavkaniyên van salan piştgirtiya doza kurdan û tevgera xwendekarên kurd dikin. Vê demê li Swêdê hejmara keç û jinên kurd li Swêdê kêm bûne. Menîfe Anter yek ji wan keçên kurdan e ku pêşiyê hatiye Swêdê.[17] Di wêneyên komên folklor û lîstikên kurdî de ku di çapemeniyê de derketine em hin caran rastî wêneyê Menîfe Anter tên ku bi cil û bergên netewî derketiye pêşiya temaşevanên swêdî.[18]

Menîfe Anter bi cil û bergên kurdî
Wêne: Örjan Björkdal wênekêşê rojnama Dagens Nyheter (1975)

ZAROKÊN ÛSIV ANTER

Du kurên Ûsiv (birayê Mûsa Anter) yên bi navên Seyîdxan û Sedat Anter jî koçberî Swêdê kirine. Ji van Seyîdxan Anter li gelek bajarên Swêdê maye û kar kiriye, wek Uppsala, Göteborg, Eskilstuna, Gävle… Di navbera salên 2006-2008an de li Gävleyê kovareke bi navê Sîrwan derxistiye, bi kurdî-swêdî qasî 12 hejmaran wê hatine weşandin. Li Gävleyê mamostetî kiriye, hin caran di kovara Bîrnebûn û hin rojnameyên swêdî de nivîsên wî derketine.[19] Seyîdxan Anter çend pirtûkên zarokan jî ji swêdî wergerandine kurdî. Di çapemeniya swêdî de em rastî hin nûçeyan tên ku di derbarê Seyîdxan Anter de in. [20] Ew herweha tevî xebatên folklorîk bûye. Di dîroka kurdên Swêdê de koma folklorê ku di van salan de zêde hatiye nasîn koma “Çîyayê Sor” (Röda Berget) bûye. Vê komê ji bo danasandina çanda kurdî li Swêdê roleke mezin lîstiye.

Koma “Çîyayê Sor”
Ji çepê: Elî Omerî, Fexrî Olçer, Menîfe Anter, Seyîdxan Anter, kesê bi saz: Şerefxan Cizirî
Wêne ji salnameya “Muzeya Bakûrê” hatiye girtin (Fataburen, 1981)

HIN NÛÇEYÊN MALBATA ANTERAN DI ÇAPEMENIYA SWÊDÎ DE

Zimanzanê kurd Kamuran Bedirxan jî dema di sala 1971an de hatiye Swêdê bala nûçegîhanê rojnama Svenska Dagbladet kişandiye ser îşkence, ezîyet û zordestiyên li hemberî kurdan. Ew di cîhekî de wek mînak navên hin ronakbîrên kurd dide, li vir navê Musa Anter jî derbas dibe.[21] Hin nûçeyên swêdî yên din jî hene ku li ser endamên malbata Anteran in. Çend kesên ji vê malbatê ku dema xwestine herin Tirkiyê û ser Tirkiyê re herin welatê xwe gelek caran rastî astengiyan hatine, wek mînak polês ew girtine, îfadeyên wan hildane. Bedirxan Anter, yek ji wan kurdên ji malbata Anteran e ku wek mînak nikaribûye here Tirkiyê.[22] Kurê Mûsa Anter, Anter Anter dema di sala 2002an de çûye Tirkiyê polês ew hildaye bin çavan û paşê bi balafirekê şandine Belçîkayê.[23] Di sala 2006an de Silêman Anter (biraziyê Mûsa Anter) ku li bajarê Uppsalayê kar dike ligel kurê xwe dixwaze here seredana dayîka xwe ya nexweş e. Lê belê polêsê Tirkiyê bêî sedemekî nîşan bide wî şunda dişînin Swêdê.[24] Di sala 2007an de jî dema Silêman Anter dixwaze here Tirkiyê, vê carê jî berpirsên tirk nahêlin ew têkeve Tirkiye.[25] Li gorî Hale Xanimê Tirkiyê destûr nedaye mêrê wê Mûsa Anter jî ku xwestiye bê Swêdê bona endamên malbata xwe bibîne. Dema di sala 2005an de Abdulkadir Aygan yek ji wan kesên ku tevî bûyera kuştina Mûsa Anter bûye tê Swêdê, zarokên Mûsa Anter, keça wî Rahşan û kurê wî Anter Anter bi daxwaznamekê nerazîbûna xwe dîyar dikin û ji berpirsên swêdî dixwazin ku ev kesê kujer bê girtin û derkeve pêşiya dadigehê.[26]

Bi hatina endamên malbatên hersê biran (Mûsa, Hesen û Ûsiv) hejmara Anteran li Swêdê zêde bûye. Wan bi tevayî komeke piçûk ya Anteran li Swêdê pêk anîne. Kesên ji malbata Anteran li bajarên wek Västerås, Uppsala, Eskilstuna, Stockholm û Gävle mane. Dema min da pey şopên ku van kurdan li paş xwe hîştine ez rastî hin agahî, çavkanî û wêneyên balkêş hatim. Bi awakî din ev şopan heta bajarê Mêrdînê, qezaya Nisêbînê û gundê Zivingê[27] dirêj dibin. Di vê nivîsê de min xwest hin aliyên malbata Anteran ku li Swêdê mane derxim pêş û pêşkêşî nifşên nû bikim. Hêvî dikim ev nivîsa min ku ji perçekî dîroka malbatekê (1965-2022) pêk tê di warê têkiliyên kurd-swêdiyan û di warê nivîsîna dîroka kurdên Swêdê de kêrî xwendevanan bê. Zarok û neviyên van malbatên Anteran ku li Swêdê hatine dinê jî bêgûman rojekê ji rojan wê li pey şopên pêşiyên xwe, kal û pîrên xwe bikevin.

Jêrenot
[1] Dema bîranînên Mûsa Anter di sala 1991an de li Tirkiyê hatine weşandin, çapa wan ya duwem careke din li Swêdê (paytext Stockholmê) ji aliyê Weşanên Welat de hatin weşandin: Musa Anter, Hatıralarım, Weşanên Welat, 1991.
[2] Tahir Baykuşak, Osmanlı ve Cumhuriyet Dönemi Kürt Aydınları Arasında Bir Köprü: Musa Anter. Di nav: Kürt Tarihi ve Siyasetinden Portreler, Weşanên İletişim, 2018, rûp. 425-438. Amadekar: Yalçın Çakmak, Tuncay Şur.
[3] Nav û paşnavê kurê mezin yê Mûsa Anter ji heman peyvan pêk hatiye: Anter Anter.
[4] Di hin cîhan de navê wê wek Ayşe Hale Anter derbas dibe.
[5] Elde Hep Ayrılık Vardı, Cumhuriyet Dergi, nr 613/1997.
[6] Hale Anter, ”Vi var gifta i femtio år men vi levde tillsammans i elva år’, Jin-Kurdisk kvinnobulletin, nr 2-3 (dubbelnummer) år 94-95.
[7] Tahir Baykuşak, Osmanlı ve Cumhuriyet Dönemi Kürt Aydınları Arasında Bir Köprü: Musa Anter. Di nav: Kürt Tarihi ve Siyasetinden Portreler, rûp. 425-438.
[8] Hale Anter, ”Vi var gifta i femtio år men vi levde tillsammans i elva år’, Jin-Kurdisk kvinnobulletin, nr 2-3 (dubbelnummer) år 94-95.
[9] İrtihal-Fatma Hidayet Zapsu, Milliyet, 1-11-1969.
[10] Beşek ji vê nivîsa min ya di derbarê wênekî Hîdayet Xanimê: “Ev wêneyê Hîdayet Xanimê qasî 25 salan heye ku di arşîva min de wek wêneyekî berdilk û dûrîdest tê parastin. Keça wê Hale Xanimê ev wêne berî salan li Swêdê dîyarî min kiribû. Di wan salan de min li ser mijara Hêzeke Nû li Kurdistanê: Jinên Kurd kar dikir. Dema ez bona serdaneke çûme bajarê Västeråsê ku Hale Xanim lê dima, wê xanima xaniman bi dûr û dirêj qala malbata xwe, zewaca xwe û kurdên ku di demên berê de li Stembolê diman, kir. Tevî salên xwe yên bihurî gelekî hurmeta min girt. Kubarî, giranî û mêvanhezî di xwîna wê de hebû. Dema me wêneyên ku di albûma wê ya malbatê de hebûn mêze dikirin tavilê vî wêneyê ku niha bergê pirtûka min xemilandiye (Komeleya Pêşketina Jinên Kurd, Avesta, 2019) bala min gelek kişand. Li paş wêne ev gotinên tirkî dihatin xwendin ku ji aliyê Hale Xanimê de hatibûn nivisîn: ”Sala 1940 Başkale, gundê Tavîh dayîka min Hîdayet” (1940 Başkale, Tavih köyü, annem Hidayet). Van çend gotinan bêgûman qiymetê vî wêneyî zêdetir dikir….” Binêre: Rohat Alakom, Bêqusiriya fîdaneke sîmetrîk: Hîdayet Xanim, Flashhilat, hejmar: 3/2019, rûp.12-14.
[11] De nya tänkarna, Z, nr 4/1994, rûp.60.
[12] Hatice Yaşar, Reşê-Kızının Gözünden Musa Anter, İletişim, 2022.
[13] Jîyana Alî Akdogan Omerî li Swêdê, Apec, 2021, rûp.111.
[14] Erik Hjärtberg, Våldets Västerås, 2020. Erik Hjärtberg di vê pirtûka xwe ya bi navê “Västeråsa şîdetê”

de beşeke dirêj ji kuştina jina kurd Efat Qazî re veqetandiye, rûp.10-30.
[15] Bedirhan Anter, Hot och terror mot kurderna, Uppsala Nya Tidning, 24-11-1967.
[16] Turkiet bombarderar kurdiska samhällen, Dagens Nyheter, 23-7-1970 (Hevpeyvîn ligel Bedirxan Anter).
[17] Kurder från fem länder möts i dans och musik, Dagens Nyheter – På Stan, vecka: 29/11-5/12-1975.
[18] Rohat Alakom, Kurdên Swêdê, Serkland, 2005, rûp.204-205.
[19] Seyidxan Anter: Divê meriv li ser şopa Mûsa Anter bimeşe:

https://www.gazeteduvar.com.tr/bakan-karaismailoglu-siber-guvenlik-en-onemli-onceligimizdir-haber-158174 (19-9-2022).
[20] “Sopa bort rasisterna”, Göteborgposten, 20-4-1985.
[21] Turkiska kurder vittnar om tortyr, Svenska Dagbladet, 29-8-1971.
[22] Hans regering vill tvinga honom lämna Sverige-för att sätta honom i fängelse. Aftonbladet, 29-3-1967.
[23] Svensk fick inte komma in i Turkiet, Dagens Nyheter, 23-9-2002.
[24] Svensk skolledare vägrad inrese i Turkiet, Dagens Nyheter, 11-3-2007.
[25] Svensk-kurd greps i Turkiet, Dagens Nyheter, 11-7-2006.
[26] Anhöriga stämmer Aygan, Expressen, 17-6-2005.
[27] Bi tirkî navê vî gundî kirine “Eski Mağara” (Şikefta Kevn).

ETİKETLER: , , , ,
Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yukarıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

%d blogcu bunu beğendi:
Pro-Sistem Pro-Sistem C2 Medya C2 Medya 4 Peek Medya